Pakistan / 2 êrîşên çekdarî li nêzîkî sînorê Efxanistanê çêbûn: 9 hatin kuştin

PeyamaKurd – Li gorî polîsên Pakistanê, 8 karmendên ewlekarî yên Pakistanî û sivîlek dug di 2 êrîşên cuda de li nêzîkî sînorê Efxanistanê hatin kuştin.
Di êrîşa yekem de, çekdarên Talîbanê operasiyoneke ewlekarî li herêma Xîber kirin armanc û 7 leşker hatin kuştin.
Her weha li herêma Belûcistanê bombeyek ku li motorsîkletekê hatibû bicîkirin teqiya û di encamê de leşker û sivîlekî jiyana xwe ji dest da.
Ev nivîs 47 car hatiye xwendin.




