Rejîma Îranê hukmê bidarvekirinê yê girtiyekî Kurd tekez kir

Rejîma Îranê hukmê bidarvekirinê yê girtiyekî Kurd tekez kir

PeyamaKurd – Rejîma Îranê hukmê bidarvekirinê yê girtiyekî Kurd tekez kir.

Hat ragihandin ku hukmê bidarvekirinê yê girtiyê Kurd, Hemîd Hisênnijad Heydaranlo (40), girtiyê siyasî yê ji Çaldoranê, ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve hat tekezkirin. 

Ev biryar 26ê Adara 2025an li Girtîgeha Ûrmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê jê re hatiye ragihandin. 

Tê gotin ku Hemîd Hisênnijad Heyderanlo, ku di Nîsana 2023yan de hatiye desteserkirin, berê bi sûcê “serhildan” û endametiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bê belgeyeke hiqûqî mehkûmî cezayê bidarvekirinê hatibû kirin.

 Li gorî Hengawê, di 716 rojên girtinê de bi îşkenceyê neçarî “îtîrafên derewîn” hatiye kirin û ji mafê hevdîtina li gel parêzer bêpar hatiye hiştin. 

Hat ragihandin ku metirsiya bidarvekirina wî didome.

Ev nivîs 83 car hatiye xwendin.