Îstîxbarata Alman: Çêdibe ku Rûsya êrîşî welatekî NATOyê bike

PeyamaKurd – Rapora ku ji aliyê Saziya Weşana Rojava ya Alman, Saziya Ragihandina Bakur a Aman û rojnameya Sûddeutscheê ve bi hevparî hate weşandin, analîza nirxandina rewşê ya ji aliyê Saziya Îstixbarata Derve ya Almanyayê û Hêzên Çekdar ên Almanyayê ve hatiye amadekirin, tê de cih girt.
Li gorî raporê hat niqaşkirin ku Rûsya ji bo aştiya Ewropaye tehdideke mayînde ye û çêdibe ku erîşî welatekî NATOyê bike.
Di analîzê de hat diyarkirin ku Rûsya bi Ewropayê re xwe di nava pevçûneke sîstematîk de dibîne û hat îdîakirin ku Rûsya amade ye bi hêza leşkerî armancên xwe yên emperyalîst pêk bîne.
Di analîzê de hat destnîşankirin ku hêzên çekdar ên Rûsyayê ev demek e li Ûkraynayê di pozîsyona hêzê de tevdigerin, tu nîşanên ku dixwazin li hev bikin û dixwazin şer bidomînin nîşan nedane.
Ev nivîs 45 car hatiye xwendin.




