Li bajarê Meletiyê di bajarê ji konteynirê de kuştin çêbû

Li bajarê Meletiyê di bajarê ji konteynirê de kuştin çêbû

PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê ji ber erdheja 6ê Sibatê gelek bajaran ji konteyniran ava kirine û di bajarekî de, di navbera 2 malbatan de pevçûn derket. Bûyer li navça Yeşilyurtê li bajarê konteyniran yê bi navê Samankoyê qewimî.

Seet li dora 19.00an, di rojê de di navbera kesên bi navên Emin Varol û Ş.Ö. de munaqeşe derket û êvarê jî munaqeşa wan dewam kir. Kesê bi navê Ş.Ö. bi tivinga pompeyî li singa Emin Varol xist û reviya.

Li ser îxbarê; tîmên tendursitiyê û polîsan çûn ciyê bûyerê û di kontrola tenduristî de dîtin ku Emin Varol jiyana xwe ji dest daye. Varol xwediyê 3 zarokaye û cenazê wî birin tiba edlî ya Meletiyê.

Polîs dixebite da kujer bidest bixe û teslîmê dadgehê bike.

Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.