Yekîtiya Ewrûpayê bangî endamên xwe kir: Bo 3 rojan pêdiviyên xwe amade bikin

Yekîtiya Ewrûpayê bangî endamên xwe kir: Bo 3 rojan pêdiviyên xwe amade bikin

PeyamaKurd – Yekîtiya Ewrûpayê bang li hemwelatiyên endamên welatên xwe kir û ji wan xwest ku bo 72 seetan stokên xwe yên pêdiviya rojane bikin û bila daîma ew alav û xwarinên wan li malê amade bin.

Komîsyona YEyê stratejiya xwe ya bo bobelatên xwezayî, şer û krîzên jeopolitik ragihand. Li gor komîsyonê; ew amadekarî bo krîzane. Her weha amdekarî bo dewama xizmetên giştî jî dê baş bin û di nav wan de ji bilî pêdiviyên malê, nexweşxane, dibistan, gihandin û dezgeyên telekomunîkasyonê jî di nava wan amadekariyan de ne.

Wê perweda wê di dibistanan de jî bê dayîn û bo koordînasyonê wê navendên krîzê bên avakirin. Hevkariya sîvîl û leşkeran, dê bên xwurtkirin. Li seranserê Ewrûpayê hêzên leşkerî, dezgeyên parastina sîvîl, polîs, xebatkarên tenduristiyê û îtfaiye dê di mijarê de tetbîqatan bikin.

Wê protokolên amadekariyê yên bo berlêgirtina krîzan bên amadekirin û hilberînerên pêdiviyan bidin amadekirin.

Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.