HSD û Hevpeymaniyê salvegera rizgarkirina Baxozê pîroz kir

PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi beşdariya şêx û rûspiyên eşîran, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û şanda hêzên Hevpeymaniya Navdewletî rizgarkirina erda dawî ya DAIŞê bajaroka Baxozê pîroz kir.
Di şahiya ku bi diruşma "Me teror li Baxozê têk bir û em ê ji bo avakirina Sûriyeyeke pirrengî ya nenavendî têkoşîna xwe bidomînin" hate lidarxistin de, Fermandarê Fermandariya Giştî ya HSDê Luqman Xelîl axivî û got, ew bi serkfetinên ku bi saya fedakariyên şehîdan hatine bidestxistin serbilind in û ji bo geşkirina ewlehiya Sûriyeyê û rûbirûbûna rêxistinên terorîst banga hevgirtina navneteweyî kir.
Xelîl diyar kir ku dosyeya çekdarên DAIŞê hê gefa cidî ye û ji bo bidawîkirin û têkbirina terorê û misogeriya mayînde ya ewlehî û aştiyê pêdivî bi hevkariyeke navneteweyî ya rasteqîn heye.
Bajaroka Baxozê ku wekî erda dawî ya di bin kontrola DAIŞê de, di şerê HSDê yê bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî de 6 berê di Adara 2029an de hatibû rizgarkirin.
Ev nivîs 76 car hatiye xwendin.




