Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û serokê YNKê Talabanî peyama cejna Remezanê dan

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi sedema hatina cejna Remezanê peyama pîrozkirina cejnê da. Barzanî di peyama xwe de cejna Remezanê pîroz kir û xwest ku yekîtiya civakê û riha biratiyê xwurt bibe. Barzanî di peyama xwe de weha got:
“Bi munasebeta cejna Remezanê, ez cejna Misilmanên Kurdistanê, Iraqê û temamê dinyayê ji dil û can pîroz dikim. Bi taybetî ya Pêşmergên qehreman, hêzên asayîşa hundir, ya malbatên şehîdên enfalan, ji wan re silav û pîrozbahiyên xwe dişînim. Hêvî dikim ku hun cejnê bi aramî, hûzûr û dilexweşî derbas bikin.”
Serokê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan Bafil Talabanî jî peyama pîrozbahiya cejna Remezanê belav kir û got:
“Bi munasebeta cejna pîroz, ez girîngiya yekîtiya me, biratî û hevkariyê me dubare dikim. Bo xwurtkirina îstîqrara herêma me û mêzêna wê; pêwiste em bi hevre tevbigerin.”
Ev nivîs 51 car hatiye xwendin.




