"Di bin fişara raya giştî de em ê neçar bibin ku çekên nukleerî hilberînin"

PeyamaKurd – Şêwirmendê rêberê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî û Serokê berê yê Meclîsê Elî Larîcanî diyar kirin ku welatê wî çekên nukleerî hilneberandiye, lê eger Amerîka êrîşek li ser Îranê bike, di bin fişara raya giştî de neçar dibin ku çekên nukleerî hilberînin.
Şêwirmendê rêberê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî û Serokê berê yê Meclisê Elî Larîcanî ragihand ku welatê wî çekên nukleerî çênekiriye, lê eger Amerîka êrişî Îranê bike, wê di bin fişara raya giştî de neçar bibe çekên nukleerî çêbike.
Larîcanî di bernameya ku beşdarî televîzyona dewletê bû de nirxandinên xwe kirin.
Larîcanî amaje bi gefên Amerîkayê yên li ser welatê xwe jî kir û got: Îranê şiyana berhemanîna çekên nukleerî heye, lê ew li gorî fetwaya Xamineyî li ser çekên komkujî ber bi çêkirina çekên nukleerî naçin.
Larîcanî amaje bi axaftina vê dawiyê ya Rêvebirê Îstixbarata Netewî ya Amerîkayê Tulsî Gabbard jî kir ku tê de ragihandibû, zanyariyên ku nîşan didin ku Îranê çekên nukleerî çênekiriye derbasdar e, Larîcanî got: "Em dibêjin fetwaya me heye, em di bin çavdêriya Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê de kar dikin û em serî li çekan nadin, lê eger hûn xeletiyekê bikin, hûn ê Îranê neçar bikin ku vê yekê bike."
Larîcanî ji Amerîkayê re got: "Îran naxwaze vê yekê bike, lê eger hûn zextê bikin, wê gel ji bo ewlekariya welat zextê li me bike ku em vê yekê (çekên nukleerî) bikin. Weke me got, Ajans dikare van kontrolên xwe heta hetayê bidomîne, ti pirsgirêkek me bi wê re nîne, lê eger hûn biçin bo bombebaranê ji aliyê xwe an jî Îsraîlê ve, hûn ê neçar bikin ku Îranê biryarên din bide.





