Yumaklı: “Tirkiye di çandiniyê de, di Ewrûpa de 1em û di dinyayê de bûye 10em”

Yumaklı: “Tirkiye di çandiniyê de, di Ewrûpa de 1em û di dinyayê de bûye 10em”

PeyamaKurd – Wezîrê Çandiniyê û Daristanan yê Tirkiyê İbrahim Yumaklı ragihand ku di berhemanîna çandiniyê de Tirkiyê di rêza 10em ya dinyayê de ye û ev jî gelek girînge. Yumaklı, daxwuyaniya xwe li bajarê Kırşehirê di wexta bernama fetarê de da û got:

“Li gotinên kesên dibêjin ‘çandiniya me qediya û em perîşan bûn’ guhdarî nekin. Em di behemanîna çandiniyê de, di Ewrûpa de 1em û di dinyayê de di rêza 10em de ne. Em têra xwe dikin û gelek dewlet hesûdiya me dikin…Em di bin serikên 206 berhemên çandiniyê de bi hezarî berheman bidest dixin û bo pêdiviyên xwe, em bi îxracatê, destekê didin aboriya Tirkiyê.”

Li Tirkiyê û li bakûrê Kurdistanê, bo berhevkirina berhemên çandiniyê, ji bilî karmendên daîmî yên salewext, tenê bo karên demkî yên çandiniyê ji sed hezarî zêdetir karkerên Kurd yên demsale dixebitin û rêjeyên wan hene ku piraniya karên çandiniyê yê Kurdistanê û Tirkiyê dikeve ser milên wan karkeran.

Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.