78 sal di ser şehîdkirina Qazî Mihemed û pêşengên Komara Kurdistanê re derbas bûn

PeyamaKurd – 78 sal di ser şehadeta Qazî Mihemed re derbas bûn ku 31ê Adara 1947an de ji aliyê dewleta Îranê ve li Mehabadê hat bidarvekirin.
22yê Çileya 1946an, di merasimekê de ku li Meydana Çarçirayê ya Mehabadê bi pêşengiya Pêşewa Qazî Mihemed û bi amadebûna Nemir Mele Mistefa Barzanî û gelê Mehabadê hate lidarxistin, Komara Kurdistanê ya Mehabadê bi bilindkirina Alaya Kurdistanê hat ragihandin.
Qazî Mihemed ku di yekemîn civîna 30 endamî ya parlementoya 11ê Sibata 1946an de wek Serokomar hat hilbijartin, Mele Mistefa Barzanî jî wek Serokerkanê Giştî yê Komara Kurdistanê destnîşan kir.
Qazî Mihemed di merasima sondxwarinê ya li Meclîsê de ev sond xwar:
“Ez bi mezinatiya Xweda, bi qîmeta Qur’ana pîroz, bi welat û alaya xwe sond dixwim ku heta dilopa xwîna xwe ya dawî û nefesa xwe ya dawî ji bo ku alaya me li asîmanên rêya azadiyê li ba bibe ez ê bi can û malê xwe bixebitim.”
Li Komara Kurdistanê ku di jiyana xwe ya kurt a 11 mehan de xizmetên mezin ên netewî, wêjeyî û çandî pêşkêş kir, zimanê Kurdî bû zimanê fermî û li dibistanan dest bi perwerdeya Kurdî hat kirin.
Di vê çarçoveyê de rojnameya “Kurdistan” û kovarên Gelawêj û Nîştiman derketin, Radyoya Kurdî dest bi weşanê kir, ji bo bipêşxistina ziman û wêjeya Kurdî xebat hatin kirin.
Piştî ku 16ê Mijdara 1946an Yekîtiya Sovyetê (YKSS) ji Îranê vekişiya, Îranê bi piştgiriya Brîtanyayê bi hemû hêza xwe êrişî Komara Kurdistanê kir.
Qazî Mihemed biryar da ku bi dewleta Îranê li hev bike, da ku Kurd nekevine bin nîrê qetlîaman. Artêşa Îranê 17ê Kanûna 1946an bajarê Mehabadê dagîr kir û Komara Kurdistanê wêran kir.
Hikûmeta Îranê piştî mehkemekirina 2 rojan cezayê darvekirinê da Qazî Mihemed. Qazî Mihemed, birayê wî Sedr Qazî û pismamê wî Sêf Qazî 31ê Adara 1947an li meydana Çarçira hatin bidarvekirin.
Qazî Mihemed di wesiyeta xwe de bi van gotinan şîret li Kurdan kir ji bo yekîtî û tifaqê:
“Ez saetên dawî yên jiyana xwe dijîm, ji bo hezkirina Xwedê êdî dijminatiya hev nekin, piştgiriyê bidin hev û li hemberî dijmin û zaliman bisekinin. Xwe nefiroşin dijmin.
Dijminên gelê kurd pir in, zalim û hov in. Sembola serkeftina her miletî yekîtî, hevkarî û hevgirtin e. Her miletê ku yekîtiya xwe neparêze û tifaqê neke, her tim di bin zexta dijmin de ye û dê were perçiqandin.
Li gorî neteweyên din ên li ser rûyê erdê dijîn tu kêmasiyên Kurdan nîn in. Bi rastî hûn bi lehengî û fedakariya xwe ji gelên ku ji bindestiyê rizgar bûne bipêşdetir in. Dijmin bi qasî ku karê wî bixwaze te dixwaze û gava karê wî biqede êdî rehmê li te nake û tu carî te efû nake. Kesên ku ji zilma neyaran rizgar bûn jî wek we bûn, lê ji bo rizgariyê bûn yek.
Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.Weke hemû neteweyên dinyayê ji bindestiyê azad bin. Ger hûn bibin yek, ji hev hesûdiyê nekin û xwe nefiroşin dijmin hûn ê jî rizgar bibin.”





