Newroz bi resepsîyonekê li Great Hall a Londonê hate pîroz kirin

Newroz bi resepsîyonekê li Great Hall a Londonê hate pîroz kirin

PeyamaKurd - Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Brîtanyayê li avahiya dîrokî ya Great Hall paytext Londonê resepsiyona Newrozê li dar xist. Nûnerê Herêma Kurdistanê yê Brîtanyayê Karwan Cemal Tahir, di vekirinê de pîrozbahî li mêvanan kir.

Dîplomatê Herêma Kurdistanê Karwan Cemal Tahir, mêvanên Kurd û Brîtanî yên ku hatibûn resepsiyonê li ber deriyê avahiyê pêşwazî kir.

Tahir di axaftina xwe ya li ser resepsiyonê de diyar kir Newroz ne tenê bûyereke çandî ye ji bo wan lê her wiha têkoşîna gelê Kurd a ber bi azadiyê ve dide nîşandan.

Şêwirmendê Karûbarên Derve yê Serokê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa jî di resepsîyonê de got, bi saya Bursa Chevening a ku Brîtanyayê ya sala 1994an daye wî, şansê perwerdeyê bi dest xistiye û piştî vegerê li Kurdistanê karibûye xizmeteke baştir pêşkêş bike. Mistefa destnîşan kir ku gelek Kurd, bi taybetî di warê perwerdeyê de, berê xwe didin Brîtanyayê.

Resepsîyona Newrozê ya Londonê bi cilûbergên Kurdî, muzîk û dîlanan hate pîrozkirin.

Ev nivîs 63 car hatiye xwendin.