Cegerxwîn: Evîndarê azadî û serxwebûnê 41 sal berê ji nav me bar kir
PeyamaKurd- Di ser mirina nivîskar û helbestvanê Kurd ê navdar û mezin Cegerxwîn re 41 sal derbas bûn. Seydayê Cegerxwîn beriya niha bi 41 salê, 22yê Çiriya Pêşîn a 1984an li Stockholma paytexta Swêdê koça dawî kir. Helbestvanê navdar li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê li hewşa mala xwe hat veşartin. Cegerxwîn jiyana xwe di nava wêje û siyasetê de derbas kir û li pişt xwe gelek berhemên dewlemend hiştin ku ji 8 dîwanên helbestan, ferheng, çîrok û pirtûkên dîrokî pêk tên. Her wiha gelek helbestên wî weke stran hatine xwendin û ya herî bi navûdeng jî “Kî Me Ez” e ku hunermend Şivan Perwer bi navê “Kî Ne Em” kiriye stran.
Evîndarê azadî û serxwebûna Kurdistanê
Seydayê Cegerxwîn evîndarê azadî û serxwebûna Kurdistanê bû û ev hest di gelek berhem û helbestên wî de, bi taybetî li ser roja serbestî û serxwebûna Kurdistanê, xwe dide der. Wî mizgîniya fereca xêrê daye xelkê xwe. Mînak, Seydayê Cegerxwîn di dîwana xwe ya yekem a Agir û Pirûsk de, helbestekê bi navê “Serxwebûn” dinivîse û tê de diyar dike ku serxwebûna Kurdistanê pir xweş û hêja ye û dawî li demên tarî û ne xweş tîne. Di dîwana xwe ya pêncan Zend-Avista de jî dîsa helbesteke pir dirêj bi navê “Serxwebûn” dinivîse û eşkere dike ku serxwebûna Kurdistanê rûmet û payebilindiyê ji gelê Kurd re misoger dike. Ew ji miletê xwe dixwaze ku berê xwe bide ilm û zanînê û dest bi çêkirina firoke û topan bikin.
Rêya Serxwebûnê: Dijwarî û qurbanî
Seydayê rastgo ji bîr nake bîne bîra Kurdan ku rêya serxwebûnê pir dijwar û zehmet e û qelena wê xwîna sor û giranbuha ye. Cegerxwîn dibêje: “Pir hesanî mebîn serxwebûn / Qelen pir giran e hemî tirs û xûn.” Her wiha tîne zimên ku divê Kurd ji xewa giran a bindestiyê şiyar bibin û xwe bi pêş bixin û bidin ser rêya serxwebûnê. Ev gotin, daxwazeke xurt a ji bo şiyarbûna neteweyî û amadebûna ji bo berdêla azadiyê nîşan dide.
Jiyan û têkoşîna siyasî ya Cegerxwîn
Cegerxwîn, ku navê wî yê rastî Şêxmûs e û sala 1903yan li gundê Hesarê yê navçeya Kercosê ya Êliha Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye, piştî destpêkirina Şerê Yekem ê Cîhanê di sala 1914an de bi malbata xwe re derbasî Rojavayê Kurdistanê, bajarê Amûdê bû. Piştî salên perwerdeya medreseyê û vegerên li herêmên Kurdistanê, ew li Amûdê bi cih bû û sala 1928an dest bi nivîsandina helbestên Kurdî kir. Wî bi Kurdên navdar ên wekî Celadet Elî Bedirxan, Osman Sebrî û Qedrîcan re xebatên edebî û siyasî kirin, di Kovara Hawarê de helbest weşandin û di avakirina Xoybûnê de bi awayekî çalak cih girt.
Xebatên siyasî û penaberî
Di sala 1938an de Komeleya Ciwanên Kurd damezirand. Sala 1946an çû Qamişloyê û dest bi jiyana siyasî ya çalak kir, Civata Azadî û Yekîtiya Kurd ava kir. Wî gelek caran jiyana xwe di navbera Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê û Libnanê de derbas kir û bû endamê Partiya Komunîst a Sûriyeyê û piştre Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyeyê. Ji ber kar û xebatên siyasî gelek caran ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve hat girtin û mişextkirin. Di sala 1979an de, ji ber zextên zêde yên Hikûmeta Sûriyeyê, neçar ma koçî Swêdê bike û li wê derê bi cih bû. Li pişt xwe gelek berhemên dewlemend hiştin ku ji 8 dîwanên helbestan û 11 pirtûkên dîrok û ferhenga Kurdan pêk tên.
Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.