Ji Mîr  û Şêxê Êzidiyan peyamên pîrozkirina Cejna Remezanê

Ji Mîr  û Şêxê Êzidiyan peyamên pîrozkirina Cejna Remezanê

PeyamaKurd - Mîrê Êzidiyan li Iraq û Cîhanê û Serokê Civata Bilind a Ruhanî ya Êzidiyan Hazim Tehsîn Beg, Cejna Remezanê ya Misilmanan pîroz kir.

Mîr Hazim Tehsîn Beg di peyama xwe de got, “Bi helkefta cejna Remezanê, ez pîrozbahiyê li civaka Misilamnan li Herêma Kurdistanê û Îraqê dikim, hêvîdar im ev cejn bibe sedema pêşvebirina nirixên aştî, pêkvejiyan, lêborîn û biratiyê di navbera hemiyan de.”

Mîrê Êzidayan, hêvî kiriye ku, “Ev cejn ji bo qebûlkirina hevdî û rêzgirtina li hemerengiya welatî bibe derfetek.”

Baba Şêxê Êzidiyan Şêx Elî Şêx Ilyas jî hatina cejna Remezanê bi peyamekê li Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir.

Şêx Elî Şêx Ilyas di peyama xwe de daxwaz kir ku, ev cejn bibe sedema xêr û xweşiyan û xurtkirina canê aştî, biratî û pêkvejiyana navbera mirovan û bi taybet jî ji bo gelê Kurdistanê û Iraqê.

Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.