Nêçîrvan Barzanî Cejna Akîtoyê pîroz kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Cejna Akîtoyê, ku sersala nû ya Babilî ye, pîroz kir û got:
“Bila Cejna Akîtoyê bibe derfeteke nû ji bo xurtkirina hezkirinê û bibe çavkaniya hêviyê ji bo paşerojeke baştir.”
Îro, 1ê Nîsanê, Cejna Ekîtoyê ye, ku ji aliyê pêkhateya Aşûr, Kildan û Suryan ve wekî destpêka sala nû tê pîrozkirin.
Nêçîrvan Barzanî bi vê boneyê peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de weha got:
“Bi helkefta sala nû ya 6775an a Babilî-Aşûrî û Cejna Akîtoyê, ez pîrozbahiyên herî germ pêşkêşî hemwelatiyên hêja yên Kildan, Aşûrî û Suryan ên li Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Hêvîdar im ku hûn cejna xwe bi xweşî û aramî derbas bikin. Cejna Akîtoyê helkeftineke dîrokî û kevnar e ku kûrahiya çand û mirovahiya yek ji pêkhateyên herî kevn ên herêma me nîşan dide. Van pêkhateyan ji destpêka dîrokê ve beşdarî avakirina şaristaniyên herêmê û parastina pirrengiya wê bûne.”
Nêçîrvan Barzanî her weha tekez kir:
“Em li Herêma Kurdistanê careke din soza xwe ya parastina maf û azadiyan, bipêşxistina çanda pirrengî, bihevrejiyana aştiyane û qebûlkirina hevdu di navbera hemû pêkhateyên olî û neteweyî de dubare dikin. Bila ev cejn bibe derfeteke nû ji bo xurtkirina hezkirinê, jiyana hevpar û rêzgirtina hevdu di navbera hemû pêkhateyên gelê Kurdistanê de, û bila bibe bingeheke hêviyê ji bo paşerojeke tijî pêşkeftin, aramî û bextewerî ji her kesî re.”
Di dawiyê de, wî got:
Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.“Cejna Akîtoyê li we hemûyan pîroz be, her sal bi xêr û xweşî.”





