Taxên Helebê yên Kurdan û Hikûmeta Sûriyê li hev kir

Taxên Helebê yên Kurdan û Hikûmeta Sûriyê li hev kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku piştî aloziya ku çend roj in berdewam dikir, di navbera Encûmena taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ên Helebê û komîteya hikûmeta Sûriyê de li hev kirin pêk hat.

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê Bedran Çiya Kurd li ser hesabê xwe yê Xê got: “Encûmena taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd bi komîta têkildar a desthiladariya Sûriyê re li hev kirin, di pêngaveke girîng de ji bo xurtkirina aramî û jiyana hevbeş. Rêkeftin tekezî li ser parastina tam taybetmendiya her du taxan dike, di nav wan de ewlekarî, rêveberî, xizmetguzarî, çand û pêkanîna bijardeyên wan ên siyasî, bi hemahengî ligel dezgehên xizmetguzarî û ewlekarî yên pêwendîdar li bajarê Helebê, bi danîna mekanîzmayên taybet ji bo pêkanîna vê yekê.”

Çiya Kurd li ser çawaniya lihevkirinê jî anî ziman: “Rêkeftin herwiha tekez dike ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn û xalên çavdêriyê yên wan dê wek xwe bimînin li her du taxan, û dê li gorî mekanîzmayeke taybet bi Wezareta Navxwe re kar bikin û di heman demê de rola xwe di parastina xelkê de bêyî destwerdana ti alî yan grûpeke çekdar bihêztir bikin. Her wiha li hev kirin ku hemû girtiyan di navbera her du aliyan de biguherînin, û sîstema perwerdeyê ya berfireh weke ku li bakurê Sûriyê hatiye standin bihêle, heta biryareke berfireh li bakurê Sûriyê were standin.”

Çiya Kurd li ser berpirsiyartiyên Hikûmeta Şamê wiha got: “Desthilatdariya Sûriyê li Helebê berpirsiyariya her gefekê li ser taxê ye, di heman demê de misogerkirina hewlên hevbeş ji bo kêmkirina van metirsiyan. Rêkeftin her wiha azadiya çûnûhatinê ji şêniyên her du taxan re li hundir û derveyî bajar bê çewisandin, ji bilî dayîna mafê nûnertiya tam di Meclîsa Walî, Odeya Bazirganî û saziyên din de, bi piştgiriya ku ji aliyê parêzgehê ve bê cudahî tê dayîn, dide her du taxan.”

Ji bo vegera Efrînê jî  Çiya Kurd da zanîn, dê hewlên wan ên ji bo vegera Efrînê berdewam bin û got: “Ev rêkeftin qonaxa yekem e ji planeke berfirehtir ku armanca wê misogerkirina vegera ewle ya xelkê Efrînê ye, ji ber ku heta niha danûstandin berdewam in ji bo bidestxistina vê armancê. Em teqez dikin ku Efrîn weke yekîneyeke siyasî, erdnîgarî û neteweyî ya bi Rojava re pêk hatiye, wê di danûstandinên pêşerojê de cihekî girîng bigire.”

Ev nivîs 65 car hatiye xwendin.