Ji bo 8 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur

PeyamaKurd – Saziya Keşnasiya Tirkiyeyê, ji bo 8 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur û rabûna lehiyan da.
Li gorî daxuyaniya Gerînendetîya Meteorolojî ya Tirkiyê, li gelek bajaran îro û sibe baraneke gur dibare û hişyarî hat dayîn ku welatî tedbîrên xwe bistînin.
Hate diyarkirin ku îro danê êvarê li bajarê Mereşê baraneke xurt dibare û roja Çarşemê di saetên şevê de jî li Wan, Colemêrg, Sêrt, Şirnex, Bêdlîs û bakurê bajarê Batmanê û bakurê rojhilatê bajarê Diyarbakirê wê baraneke xurt bibare.
Ev nivîs 56 car hatiye xwendin.




