Di pîrozbahiyên Cejna Akîtoyê de bi kêrê êrîş hat kirin: 2 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li Dihokê di şahiya pîrozbahiyên Cejna Akîtoyê de di êrişeke bi kêrê hat kirin û 2 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin ku di pîrozbahiya Cejna Akîtoyê ya li Dihokê kesekî bi kêrî êrişî 2 kesên din kir û her du kes jî birîndar bûn.
Birêvebirê Nexweşxaneya Azadiyê ya Dihokê Ferman Ewla Elî ragihand:
“Her du birîndar ku jin û ciwanêk in, sewqî nexweşxaneyê hatin kirin.”
Ferman Ewla Elî da zanîn ku yek ji birîndaran “jineke 65 salî ye û birîna wê giran e û di bin çavdêriya hûr a bijîşkî de ye.”
Hate diyarkirin ku piştî êrîşê, êrîşkar hatiye desteserkirin û lêpirsîn pê re tê kirin û heta niha sedema êrişê ne zelal e.
Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.




