Hikûmeta Sûriyê bê serokwezîr û bê Kurd hate damezrandin

PeyamaKurd - Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera, şeva borî 29ê Adarê avakirina hikûmeta nû ku dê 5 salan bêyî hilbiijartinan kar bike, ragihand.
Hate ragihandin ku 22 wezîr di hikûmetê de cî digirin, lê posta serokwezîr jî di destê Serokomarê demkî Ehmed Şera de hate hiştin. Herwiha postên herî girîng di destê kesayetiyên nêzîkî xwe de hiştin.
Tenê wekî şexs ango bêyî beşdariya aliyên siyasî yên Kurdî, kurdek û jinek jî di hikûmeta nû de hatin destnîşankirin.
Şera di merasîma eşkerekirina kabîneya xwe de gotarek pêşkêş kir û got, ew daxwazin dewleteke bihêz û aram ava bikin.
Ehmed Şera diyar kir: “Em jidayikbûna qonaxeke nû di rêwîtiya xwe ya niştimanî de dibînin. Ez we piştrast dikim ku îro destpêkek e ku em ji rabirdûya xwe ya mezin îlhamê werdigirin, da ku em bi hev re ber bi paşeroja ku em dixwazin ve bi îradeyek bihêz bimeşin.”
Li gorî kabîneya hatiye eşkerekirin, Wezîrê Derve Esed Şeybanî û Wezîrê Berevaniyê Murhef Ebû Qesra ku nêzî Şera ne, postên xwe di hikûmeta nû de parastin.
Di hikûmeta nû ya Şera de, kurdê ji herêma Efrînê Mihemed Ebdulrehman Tirko, erkê Wezareta Perwerdeyê wergirtiye.
Tenê wezîreke jin di kabîneya Şera de heye, ew jî Hind Qebewat e ku erkê Wezareta Karûbarên Civakî û Kar wergirtiye.
Berdevkê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Feysel Yûsif beriya ragihandina hikûmetê gotibû, ew weke ENKSê beşdarî ragihandina Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê nabin.
Kabîneya Hikûmeta Veguhêz a Sûrî ji van wezîran pêk tê:
Es'd El-Şeybanî - Wezîrê Derve
Murhef Ebû Qesre - Wezîrê Berevaniyê
Enes Xetab - Wezîrê Navxwe
Muzher El-Weys - Wezîrê Dadê
Mihemed Ebû El-Xêr Şukrî - Wezîrê Ewqafê
Mirwan El-Helebî - Wezîrê Xwendina Bilind
Hind Qebewat - Wezîra Karûbarên Civakî û Kar
Mihemed El-Beşîr - Wezîrê Enerjiyê
Mihemed Yusir Birniye- Wezîrê Darayî
Nîdal El-Şe'ar - Wezîrê Abûriyê
Mus'eb Nezal El-Elî - Wezîrê Tenduristiyê
Mihemed Inciranî - Wezîrê Rêveberiya Xwecihî
Ra'id El-Salih - Wezîrê Firyaguzarî û Karesatan
Ebduselam Heykel - Wezîrê Pêwendiyan
Emced Bedir - Wezîrê Çandiniyê
Mihemed Tirko - Wezîrê Perwerdeyê
Mustefa Ebdulrezaq- Wezîrê Karûbarên Giştî û Niştecîkirinê
Mihemed Salih - Wezîrê Rewşenbîriyê
Mihemed Samih Hamid - Wezîrê Werziş û Ciwanan
Mazin El-Salihanî - Wezîrê Geştûguzariyê
Mihemed Skaf - Wezîrê Geşepêdana Birêveberî
Ye'rub Bedir - Wezîrê Veguhastinê
Hemze Mustefa - Wezîrê Ragihandinê Wezîrê
Ev nivîs 72 car hatiye xwendin.




