Sûdanî ji Şera re: Em red dikin ku gêzên Îsraîlî têkevin nav axa Sûriyeyê

Sûdanî ji Şera re: Em red dikin ku gêzên Îsraîlî têkevin nav axa Sûriyeyê

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera re ragihand ku ew li dijî êrişên Îsraîlê yên li ser xaka Sûriyeyê ne.

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê îro 1ê Nîsanê di daxuyaniyekê de ragihand ku Sûdanî bi telefonê bi Şera re axivî û cejna Remezanê û pêkanîna hikûmeta nû li gelê Sûriyeyê pîroz kir.

Hate ragihandin ku Sûdanî tekezî li ser helwêsta Iraqê kir û got, 

“Gelê Iraqê piştevaniyê li bijardeya gelê Sûriyeyê dike.”

Di daxuyaniyê de hat gotin,

“Sûdanî tekezî li ser girîngiya pêvajoya siyasî bi beşdariya hemû pêkhateyan û bihêzkirina pêkvejiyana aştiyane û ewlekariya civakî, ji bo paşerojeke baş û aram ji bo Sûriyeyê kir.”

Serokwezîrê Iraqê bal kêşa ser derbasbûna hêzên Îsraîlî ya nava axa Sûriyeyê red kir û piştevaniya xwe ji bo yekparçeyî û serweriya Sûriyeyê re dubare kir.

Hate zanîn ku Sûdanî got: 

“Di şerê li dijî metirsiya DAIŞê de, hevkariyeke hevbeş girîng e û ji ber faktor û derfetên hevbeş, giringiya hevkariya di warê aborî de jî heye.”

Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.