Îmamoglû piştgirî da banga 'boykotê'

PeyamaKurd – Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû ku niha li Girtîgeha Sîlîvriyê girtî ye, piştgirî da bangên 'boykot'ê yên Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel.
Îmamoglu got, "Dema wê yekê ye ku çapemenî û cîhana bazirganiyê tercîhekê bike; yan wê di bin rêberiya yek kesî de bidome û bandorên tund ên boykotê bibînin, yan jî wê xwe bi gelên wek me re bişopînin."
Namzetê Serokomariyê yê CHPê û Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ku li Girtîgeha Sîlîvriyê girtî ye, têkildarî bangawaziyên boykotê daxuyaniyek parve kir.
“Ez piştgiriya banga “BOYKOT”ê ya Serokê me birêz Ozgur Ozel dikim. Îmamoglu wiha got: "Ez bi milyonan welatiyên xwe vedixwînim ku bi disîplîn û dilsozî beşdarî pêvajoya BOYKOTê bibin."
"Armanca BOYKOTê ne tunekirin û xisarkirina cîhana me ya çapemenî û karsaziya me ye. Berevajî vê, ji bo ku wan ji bin lepên wan rizgar bike û wan azad bike. Bi salan e di nava desthilatdariyeke zordar û dijdemokratîk de teslîmî çend kesên azwerî bûne. Dixwazin rêgezên keyfî ferz bikin û bêhêvîtî û tirsê bixin nava civakê. Hinekan bi dilxwazî, hinekan jî ji tirsa vê yekê kirin. Dem niha guheriye. Bi kirina heman tiştan em ê li hêviya encamên cûda nebin.
Wext e ku medya û karsazî hilbijêrin; An ew ê di bin rêberiya 1 kesî de berdewam bikin û bandorên tund ên BOYKOTÊ bibînin an jî wê xwe bi kesên wek me re bikin yek. Ez hêvîya bertekeke tund ji hemû hevwelatîyên xwe dikim û bawerîya min bi aqil û aqilmendîya miletê me heye.





