Kurdistan | Cejna Remezanê bi nimêja cejnê re dest pê kir

PeyamaKurd – Îro 30yê Adara 2025an piştî îbadeta rojiyê Cejna Remezanê li alema Îslamê tê pîroz kir. Li piraniya welatên Misilman roja yekem a Cejna Remezanê îro dest pê kir.
Li Herêma Kurdistanê jî îro Yekşemê roja yekem a Cejna Remezanê ye ku ji aliyê Komîteya Bilind a Dîtina Heyvê ya Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ve hatibû eşkere kirin.
Danê sibehê bi hezaran welatiyên Herêma Kurdistanê herikîn mizgeftan û bi edakirina nimêja cejnê re cejna hevdu jî pîroz kirin.
Cejna Remezanê li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê, Duhok, Silêmaniye, Helebce û Îdareya Serbixwe ya Soranê piştî nimêja cejnê dest pê kir.
Ev nivîs 62 car hatiye xwendin.




