Li Xarpêtê bi çekan êrîşê rawestgeha mînîbusê kirin: 2 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê (Elazığ) li taxa Rizaiyê, kesekî an hinek kes êrîşê rawestgeha mînîbusê kirin û di encamê de 2 kes birîndar bûn. Di nav birîndaran de yek jê jine ku di dema bi çekan li rawestgehê xistin, guleyekî dipeke û li jinikê dikeve.
Bûyer li ser kolana bi navê Balakgaziyê qewimî. Li gor agahiyan; kesekî an hinek kes bi erebê diçin rawestgeha mînîbusê û bi çekê li kesekî bi navê H.Y.yê li rawestgehê dixebite, dixe an dixin.
Piştî birîndaran dibin nexweşxanê, polîs dikeve pey kes an kesên ku her du mirovan birîndar kiriye.
Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.




