Di şewatê de 2 zarok şewitîn û can dan

Di şewatê de 2 zarok şewitîn û can dan

PeyamaKurd – Li bajarê Adana li navça Yüryeğirê li taxa Cumhuriyetê dema diya zarokan çû mala cîranan, her 2 zarokên ku li malê man, di şewata ku di malê de derket de, can dan. Dema diya zarokan ya bi navê Y.G. çû mala cîrana, her 2 zarokên li malê man yê astengdar Doğukan G.(6) û pismamê wî Can N. (5) bûn.

Bi sedemeka nehat zanîn di xaniyê wan yê 2 qat de şewat derket û li ser şewatê tîmên îtfaiyê, polîs û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê.

Piştî îtfaiye agir vemirand, dîtin ku cesedê her dû zarokan li cem hevin û her 2 jî can dane.

Piştî dozger û polîs li ciyê bûyerê lêgerîna xwe kirin, cenazen her du zarokan şandin morga Tib a Edlî.

Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.