Parlamentoya Iraqê li ser parêzgehbûna Helebceyê deng dide

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro êvarê Civata Nûnerên Iraqê, li ser benda yekemîn a girêdayî dengdana parêzgehkirina Helebceyê tîne rojeva xwe.
Parlamentoya Iraqê, xişteya rûniştina xwe ya êvara îro parve kir û ragihand, benda yekê girêdayî dengdana bi pirojeqanûna parêzgehkirina Helebceyê ye. Ew proje ji aliyê Lijneya Herêm û Parêzgehan a Civata Nûnerên Iraqê ve hatiye amadekirin.
Hêjayî gotinê ye, Parlamentoya Iraqê, ji ber temamnebûna rêjeya qanûnî, rûniştina doh êvarê îro paş xistibû.
Ev nivîs 59 car hatiye xwendin.




