Îsraîlê ji 18ê Adarê heya îro li 430 hedefan xist

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ji 18ê Adarê heya îro li 430 hedefan zêdetir xist lê di êrîşan de 830 kes mirin.
Deverên ku artêşa Îsraîlê li wan xistiye li Lubnan, Xezza û Sûriyêne. Artêşa Îsraîlê di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de daxwuyaniyê da û got:
“Piraniya hedefan li Xezayêne. Li Sûriyê 18 û li Lubnanê li 40 hedefên Hîzbûllahê xist. Bi tevahî 430 hedefin. Me 6 fuzeyên Yemeniyan, 3 fuzeyên Lubnaniyan û 5 fuzeyên Xezzayiyan bi temamî 14 fuzeyan îmha kir.”
Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.




