Di çalakiyên Îstenbolê de 172 kesan şandin zîndanê

PeyamaKurd – Li bajarê Îstenbolê piştî zîndanîkirina şaredarê Îstenbolê Ekrem İmamoğlu xwepêşandanên nerazîbûnê destpêkiribûn û heya niha dewam dikin. Li gor asayîşa Îstenbolê; kesên xelkê ber bi çalakiyan de dehf dane, tevî şiddetê bûne, ruyên xwe bi maskeyan veşartine û di çalakiyan de daran bikaranîne, ji 208 gumanbaran 172 kesan şandin dadgeriya Sulh Cezayê.
Lêpirsîn û operasyon di bin serpereştiya serdozgeriya Îstenbolê de dimeşe û bi sedemên li jorê û hem ji ber çalakî li bajarê Îstenbolê hatibûn qedexekirin, di navbera 19-23ê Aadarê de 208 kes hatibûn binçavkirin.
Li Edliya Çağlayan a Îstenbolê, îfadên gumanbaran ji aliyê dozgeran de hat girtin û wan şandin Dadgeriya Sulh Cezayê ya Çağlayanê.
Dadgeriya Sulh Cezayê ji wan 172 kesan şand zîndanê. Ji 35 gumanbarên din 6 ji wan, bi cezayê ku mala xwe terk nekin û bi şertê kontrola edlî serbest berdan û 1 kes jî bi temamî serbest hat berdan.
Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.




