VIDEO | Donald Trump: Tirkiye welatekî baş e, serokê wê jî baş e

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump, Tirkiye û Serokomar Tayyîp Erdogan wek "welatekî baş û serokekî baş" nirxand.
Trump bi hin balyozên ku Wê piştî erêkirina Senatoyê biçin welatên cuda, li Qesra Spî hevdîtin kir.
Tom Barrackê ku ji bo Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqereyê wek namzed hat nîşandan, li gel namzedên balyozxaneyê daxuyaniyek kurt da çapemeniyê.
Namzetê Balyozê Tom Barrack jî kêfxweşiya xwe ya ji xebata bi Trump re anî ziman û spasiya wî kir, Tirkiye "yek ji şaristaniyên herî kevnar" bi nav kir.
Serokê Amerîkayê Trump bersiva gotinên Barrack da û got, "Welatekî baş e, serokê wê (Erdogan) jî baş e."
<> Ev nivîs 76 car hatiye xwendin.📌 Trump ile çalışmaktan memnuniyet duyduğunu belirten Türkiye Büyükelçi adayı Tom Barrack: "Ev sahibi ülke, en eski uygarlıklardan biri olarak, barış, refah ve güvenlik programınızın arayışı içinde."
— PeyamaKurd (@peyamakurd) March 26, 2025
📌 ABD Başkanı Donald #Trump: "İyi bir yer (#Türkiye). Lideri de iyi." pic.twitter.com/GM49FJurcP





