Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Amara leşkerên Rûsî yên di şer de mirine hat eşkere kirin

PeyamaKurd – Li gorî amareke serbixwe ya servîsa Rûsî ya BBCyêê û malpera nûçeyan a Mediazonayê, hejmara leşkerên Rûsî yên ku di şerê 3 salan de hatine kuştin, 100 hezar derbas kiriye.
Nêzîkî çaryeka kesên hatin kuştin leşkerên xwebexş, ji sedî 16 zêdetir mehkûm bûn û ji sedî 11 jî leşkerên seferber bûn.
Endamên yekîneyên tivingên bi motor ji sedî 7, hêzên hewayî ji sedî 3 û çeteyên taybet jî ji sedî 2 zêdetir in.
Di nav kuştiyan de zêdetirî 4.800 efserên Hêzên Çekdar ên Rûsyayê û ajansên din ên ewlehiyê hene. Di mehên ewil ên dagirkeriyê de para wan di xisarên giştî de ji sedî 10 bû, lê di dawiya sala 2023yan de ji sedî 2-3 daket ji ber ku Rûsyayê leşkeriya xwebexşan zêde kir.
Mediazonayê destnîşan kir ku ji sedî 30ê mirinên ku hatine tomarkirin, şaxa leşkeriyê ne diyar e.
Hejmara herî zêde ya mirinan li komarên Başkortostan û Tatarstanê hatine ragihandin, bi rêzê 4.487 û 4.371 kuştin li van komaran hatiye piştrastkirin. Li Moskova û derdora wê 4 hezar û 91 kes hatine kuştin.
Di nav kuştiyan de herî kêm 323 hemwelatiyên biyanî yên ji bo Rûsyayê şer dikin hene, di heman demê de netewebûna 333 kesên din jî nehate piştrastkirin.
Ji 85 hezar û 400 leşkerên ku temenê wan hat tekezkirin, ji sedî 43yê wan di navbera 30 û 41 salî de ne.
BBCya Rûsî û Mediazona texmîn dikin ku hejmarên ku wan piştrast kirine tenê nîvê jimara kuştinên rastîn temsîl dikin, û destnîşan dikin ku amara giştî ya kuştiyan ji 200 hezar kesî derbas bûye.
Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.




