Usame Rifaî wek muftiyê nû yê Sûriyeyê hat tayînkirin

PeyamaKurd – Televîzyona dewletê ya Sûriyeyê ragihand ku Usame Rifaî ji aliyê Ehmed Şera ve li gel 11 kesên din ji bo avakirina komîta fetwayê wek muftiyê bê yê Sûriyeyê hatiye destnîşankirin.
Şera piştî merasîmê got:
“Usame Rifaî yek ji kesên herî baş ê Sûriyê ye ku bi vê berpirsiyariyê hatiye tayînkirin ji ber ku paşeroja wî paqij û tije helwêst e.”
Her weha lê zêde kir ku divê başiyê bike û welat ava bike û em ê piştgiriya wî bikin.
Usame Rifaî dê li şûna Ehmed Hesen, muftiyê Sunnî yê rêjîma Beşar Esed bigire, ku di dema rûxandina rejîmê de li balafirxaneya Şamê hatibû girtin û niha di girtîgehê de ye.
Rifaî jî li ser erka xwe got:
Ev nivîs 46 car hatiye xwendin.“Em ji Xwedê re şikir dikin ku em gihandine roja ku em serok û Sûriyeyeke nû bibînin. Em ji rejîma sûcdar a Beşar Esed rizgar bûn. Em hêvîdar in ku her kes bikaribe karên baş bike.”





