Medyaya Hûsiyan: Amerîkayê zêdetirî 20 êrîşên asmanî li deverên cuda yên Yemenê pêk anîn

PeyamaKurd – Kanala El Masîra ya ku xwediyê Hûsiyên Îran piştgirîya wê dike, ragihand ku artêşa Amerîkayê 8 êrîş birin ser herêma El-Sewadê li navçeya Sanxanê ya li başûrê paytext Sanayê û bi 8 êrîşan bajarê Sada kirin hedef.
Hat ragihandin ku di encama bomberdûmana derdora Sadayê de kesek mir û 3 kes jî birîndar bûne.
Kanalê her weha ragihand ku Amerîkayê 2 êrişên asmanî li ser navçeya Soharê li parêzgeha Seda ya Yemenê û 8 êrişên esmanî jî li derdora avahiya hikûmetê li navçeya El-Hazmê li parêzgeha El-Cewfê ya Yemenê pêk anîn.
Serokê Hûsiyan Abdul-Melik El-Hûsî got ku “serkeftineke tam” heye di astengkirina rêwiyan de ber bi Îsraîlê ve û hêzên wî bombebarankirina Îsraîlê berdewam dikin.
El-Hûsî got:
Ev nivîs 47 car hatiye xwendin.“Amerîkayê nekarî êrîşên xwe bike. Ev êrîş dê bandorê li operasyonên me yên leşkerî yên li deryayê û êrîşên me yên mûşekî yên li ser Îsraîlê neke.”





