Sedrê ragihand ku ew ê hilbijartinên Iraqê boykot bikin

PeyamaKurd – Serokê Tevgera Sedrê, Muqteda El-Sedr bersiva pirseke alîgirên xwe yên derbarê beşdarbûna di hilbijartinên parlemanî yên tê payîn ku Cotmehê îsal li dar bikevin da û got, divê her kes bizane ku heta gendelî hebe ez beşdarî tu proseyeke hilbijartinan nabim.
Sedr her weha got:
“Pêvajoya hilbijartinê dûrî azarên xelkê û karesatên li herêmê ye, ku sedema sereke ya wan jî kişandina Iraqê ber bi jenosîdê ve ye.”
Sedr pirs kir:
“Çi feyde ji beşdarbûna kesên gendel dikare bê wergirtin? Iraq bêhna xwe ya dawî distîne piştî ku biyaniyan û hêzên dewleta kûr hemû girêkên wê kontrol kirin.”
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, partiyên Şîe bi taybet Serokê Îtîlafa Dewleta Yasa Nûrî Malikî û Serokê Hikûmetê Mihemed Şîa El Sûdanî hewl didin xwe nêzî tevgera Sedr bikin da ku di hilbijartinên bê de hevbendiyeke bihêz a şîeyan pêk bînin.
Ev nivîs 47 car hatiye xwendin.




