Amarên ziyanî yên erdheja Myanmarê zêde dibin: Herî hindik 1000 kes mirin û bi hezaran jî birîndar bûn

Amarên ziyanî yên erdheja Myanmarê zêde dibin: Herî hindik 1000 kes mirin û bi hezaran jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Li gorî daxuyaniya hikûmeta Myanmarê, amarên erdheja bihêz a ku Myanmar hejand, gihîştiye 1002 mirî û 2376 birîndaran.

Erdheja ku bi lerza 7.7 roja Înê piştî nîvro li nêzîkî bajarê Sagaingê rû da û heta bi şev jî herêm hejand, avahî hilweşandin û bû sedema wêraniyeke berfireh, 1002 kes mirin û 2376 kes jî birîndar bûn.

Erdhejê bandor li Taylandê jî kir ku karbidestên Bangkokê ragihand ku 10 kes mirin, 16 kes birîndar bûn û 101 kes winda bûne.

Li gorî Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), navenda erdhejê li nêzî Mandalayê ye ku, duyemîn bajarê herî mezin ê Myanmarê ye û li pey wê gelek erdhej çêbûn ku yek jê bi lerza 6,4 e.

Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.