Piştî Yavaş, Dervisoglu jî heqaret li Ala Kurdistanê kir

Piştî Yavaş, Dervisoglu jî heqaret li Ala Kurdistanê kir

PeyamaKurd – Piştî gotinên Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansur Yavaş ku ji bo hildana alên Kurdistanê di cejna Newrozê de sivikatî û heqaret li Ala Kurdistanê kir, Serokê İYI Partiyê Musavat Dervîşoglu jî heman heqaret kirin û Ala Kurdistanê wekî paçekî bi nav kir.

Musavat Dervîşoglu îro di civîna koma partiya xwe de, bal kişand ser pîrozbahiyên Newrozê yên ku li Stenbolê ji aliyê DEM Partiyê ve hatine lidarxistin û got:

"Li Dewleta Komara Tirkiyeyê, li navenda Stenbolê, vîdeoyên terorîstê mehkûm tên nîşandan, peyamên wî tên belavkirin.

Dema ku rêxistina terorê, serokê rêxistinê û yên ku pesnê wan didin, wek şandeyên aştiyê tên dîtin, leşkerên Mustafa Kemal tên îxrackirin û wek xayîn tên binavkirin. Ji keriyên qatil re soza 'mafê hêviyê' tê dayîn û ji desthilatê parê didin wan."

Dervîşoglu ku qesta alaya Kurdistanê ya li meydanan jî kir û got: "Li meydanan paçikên ku wekî nazîre ji bo alaya bi şan a Tirk tên hejandin. Erê, ez dibêjim paçik. Navê wan perçên qumaş e ku li hemberî alaya me ya ku sembola yekane ya azadî û serxwebûna vî miletê mezin e, têne hejandin, ew paçik e."

Ev nivîs 68 car hatiye xwendin.