Recep Tayip Erdoğan û Abdulfettah Sîsî di rêya telefonê de axifîn

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan û serokê Misrê Abdulfettah Sîsî di rêya telefonê de li ser mijarên têkiliyên duqolî, herêmê û navdewletî axifîn. Serokatiya danûstendinan ya serokkomariya Tirkiyê, di ser hesabê xwe yê medya civakî de li ser axaftina her dû serokan weha ragihand:
“Serokkomar Recep Tayip Erdoğan bi serokê Misrê bi Abdulfettah Sîsî re bi telefonê axifî. Di axaftinê de li ser mijarên wek têkiliyên navbera Tirkiyê û Misrê, pirsgirêkên herêmê û navdewletî axifîn. Erdoğan bo Sîsî got ku di mijarên herêmê de tevgerîna bi hevre girînge, behsa agirbesê li Xezayê, rawestandina êrîşên Îsraîlê û agirbesa mayînde ya li Xezayê kirin. Erdoğan sipasiya Misrê kir ku dike alîkarî bo Fîlîstînê here û hem Erdoğan cejna Remezanê ya Sîsîs pîroz kir.”
Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.




