Zelensky: Ukrayna û DYAyê li hev kirin ku welatên sêyem tevlî 'pêvajoya çavdêriyê' bibin

Zelensky: Ukrayna û DYAyê li hev kirin ku welatên sêyem tevlî 'pêvajoya çavdêriyê' bibin

PeyamaKurd – Volodymyr Zelenskyy got ku Ukrayna û Dewletên Yekbûyî li hev kirine ku welatên sêyemîn jî dikarin beşdarî pêvajoya şopandina pabendbûna peymanên li ser Ukraynayê bibin.

Zelenskyy piştî civîna şandên Kîev û Washingtonê li Riyadê got ku Amerîka û Ukrayna li hev kirine ku welatên sêyem ligel Amerîka dikarin beşdarî proseya çavdêrîkirina pabendbûna bi rêkeftinên li ser Ukraynayê bibin.

"Xala sêyemîn a peymana di navbera DYA û Ukraynayê de li ser kontrolkirin û çavdêriyê ye. Me bi aliyê Amerîkî re li hev kir ku ji bilî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, aliyên sêyemîn jî dikarin tevlî pêvajoyê bibin, ev tiştekî baş e, mînakî di derbarê rewşa deryayî de, dibe ku welatekî Ewropî yan Tirkiye be. Dibe ku kesek ji Rojhilata Navîn di derbarê enerjiyê de be. Ev mijarên teknîkî yên cuda ne.

Zelenskiy diyar kir ku ji bo çavdêriyê îmkanên teknîkî yên têra xwe yên DYA û Ewropayê hene û wiha got: "Lê belê hin tiştên teknîkî hene, ne tiştên ku ji nişka ve xuya bibin, lê dîsa jî teknîka Amerîkiyan a bilind heye ku gelek tiştan li deryayê û hewayê bibînin."

 
Ev nivîs 71 car hatiye xwendin.