Serokê Îmarat û Serokê Amerîkayê agirbesta Xezzeyê gotûbêj kirin

Serokê Îmarat û Serokê Amerîkayê agirbesta Xezzeyê gotûbêj kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokê Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (Îmarat) Muhammed Bin Zayed Al Nahyan û Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Donald Trump li ser hewldanên ji bo agirbesta li Şerîda Xezzeyê gotûbêj kirin.

Li gor nûçeya WAM ya ajansa fermî ya Îmaratê, Bin Zayid û Trump li ser têlefonê axivîn û pêwendiyên stratejîk ên di navbera her du welatan de û hewlên bihêzkirina wan di hemû waran de ji bo xizmeta berjewendiyên hevbeş gotûbêj kirin.

Herdu alîyan herwiha behsa encamên serdana fermî ya Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Îmarat Tahnoun Bin Zayed Al Nahyan bo Amerîkayê çend roj berê kirin û di wê hevdîtinê de hat ragihandin ku di gelek waran de rêkeftin û hevkariyên girîng di navbera her du welatan de hatine kirin.

Bin Zayid û Trump li ser çend mijarên navçeyî û navneteweyî yên girîng ên dualî bi taybetî pêşhatên Rojhilata Navîn û hewlên ji bo pêkanîna agirbestê li Şerîda Xezzeyê û vegerandina aramiya navçê nirxandin kirin.

Di vê çarçoveyê de, Serokê Îmarat Bin Zayid bal kişand ser girîngiya gihandina alîkariyên mirovî yên pêwîst ji bo xelkê Xezzeyê û piştgirîkirina çareseriya du dewletî ku bingehek e ji bo bidestxistina aştiyeke berfireh, dadperwer û mayînde ku ewlekarî û aramiya hemû welat û gelên navçeyê misoger bike.

Bin Zayid bal kişande ser wê yekê ku Îmarat giringiyê dide berdewamiya bihêzkirina hevkariyên bi Amerîkayê re ji bo xizmetkirina armancên hevpar ên geşepêdana her du welatan û pêşxistina aştiyê li navçe û cîhanê.

 
Ev nivîs 53 car hatiye xwendin.