Ji HSDê daxuyaniya salvegera têkbirina DAIŞê: Piştî ruxandina rejîmê êrîş zêde bûne

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk, di salvegera 6emîn têkbirina rêxistina terorîst DAIŞê de daxuyaniyek belav kir û got, DAIŞ hewl dide sûdê ji tevliheviya li Sûriyeyê werbigire û xwe zindî bike û banga hevkariyê kir.
Fermandariya Giştî ya HSDê îro 23yê Adarê daxuyaniyek bi boneya salvegera 6an a têkbirina DAIŞê belav kir û ragihand: “Îro 6 sal di ser serkeftina dîrok û cografî re derbas dibin, ku hêzên me bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, serkeftin li bajarê Baxozê (baregeha dawî a DAIŞê li Sûriyeyê) bidest xist.”
Hate gotin, “Di demekê de ku artêşên dewletên mezin li hemberî rêxistina terorîst bê çar mabûn, hêzên me DAIŞ a ku fesadî, tarîtî û xirabî çêkiribûn, têk bir, ewlehî li herêman vegerand û cîhan ji şer û terora wê dûr xist. Ev serkeftin qonaxeke girîng bû di şerê domdar ê li dijî vê rêxistinê de.”
HSDê diyar kir: “Lê bermahiyên rêxistina terorîst a ku gefên domdar li ser ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêdikin, hîna hene. Ji bo rêgirtina li ber vegera DAIŞê kedên zêdetir, hevkariya îstîxbaratî, ewlehî, herêmî û navdewletî pêwîst in.”
Fermandariya Giştî ya HSDê da zanîn: “Çalakiyên hêzên me yên li dijî şaneyên DAIŞê berdewam in. Hêzên me di salên dawîn de operasyonên ewlehî û leşkerî li dar xistin. Di encamê de bi sedan şaneyên DAIŞê ji hev birin, gelek endam û fermandarên sereke yên DAIŞ’ê girtin ku hin ji wan di êrişên li ser girtîgeha Sînaayê de cih girtibûn.”
HSDê destnîşan kir: “Rêxistina terorîst sûdê ji rewşa tevlihev û ji êrişên Tirkiyeyê û çeteyên wê yên li ser herêmê digire û hewl dide xwe zindî bike. DAIŞ ku piştî rûxandina rejîma Sûriyeyê, gelek cek bidest xistin, êrîş û çalakiyên xwe yên terorîst zêdetir kirine. DAIŞê her tim li hawirdorên tevlihev û vala û nearamî çalak in.”
Fermandariya Giştî ya HSDê bibîr xist: “Li aliyekî din çarenûsa bi hezaran DAIŞiyên girtî û malbatên wan ku piraniya wan ji welatên biyanî ne, pirsgirêk e. Pêdiviya vê pirsgirêkê jî bi çareserî, tevkariya navdewletî, avakirina dadgeheke navdewletî heye.”
Di dawiyê de hate gotin, “Ji bo rêgirtina li pêşiya belavbûna fikrên tundraw ên DAIŞê pêdivî bi danîna stratejiyên demdirêj heye. Ji bo qurbaniyên sûcên rêxistina DAIŞ a terorîst jî divê edalet pêk were.”
Ev nivîs 56 car hatiye xwendin.




