EFRÎN - Erebên îthal malên Kurdan dîsa difroşin xwediyên wan

PeyamaKurd – Erebên îthal yên ku piştî sala 2018an li bajarê Efrînê bi cih bûne, ji Kurdên ku dixwazin vegerin malên xwe bikirin daxwaza pereyan dikin. Xanî nadin Kurdên ku pere nadin.
Piştî rûxandina rejîmê li Sûriyê di Kanûna 2024an de, Erebên îthal yên ku piştre li herêmê bi cih bûne, koçberiya ji Efrînê didomînin, lê Kurdên ku ji bajêr reviyan jî dîsa vedigerin gund û bajarokên xwe.
Hin malbatên ku vedigerin rastî tundiya Erebên ku malên wan desteser kirine re rû bi rû dimînin.
Erebên ku di berdêla derketina malên Kurdan de pereyan dixwazin, piştre xaniyan difiroşin xwediyên wan.
Hikûmeta nû ya Sûriyê heta niha derbarê vegera xelkê Efrînê de ti biryarek nedaye. Hin malbat bi destpêşxeriya xwe vedigerin malên xwe, hin jî bi rêya encumenên xwecihî yên girêdayî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) vedigerin.
Endamê Meclisa Efrînê ya ENKSê Cuma Hesen got, "Em çûn cem gelê xwe yên li Til Rifat, Til Terah û Şehbayê û bi wesayîtan em vegeriyan û me got, "Vegerin mal û warên xwe da ku li Efrînê guhertineke demografîk çênebe. Gelê me bersiva me da û piraniya wan vegeriyan."
Ji Adara 2018an ve nêzî 300 hezar Kurd ji Efrînê koçber bûne. Li gorî rayedarên ENKSê heta niha 15 hezar kes vegeriyane.
Rêxistinên mafên mirovan yên li Efrînê radigihînin ku hejmara kesên ku vegeriyane 4000 kes in û hemû jin, zarok û kal û pîr in, mêr jî ji tirsa girtinê venagerin.
Heta niha 17 gundên Efrînê bûne baregehên leşkerî û nahêlin welatiyên Efrînê vegerin malên xwe.





