Di çarçova lêpirsîna şaredariya Îstenbolê de, dest danîn ser 12 şîrketên 14 kesên girtî

PeyamaKurd – Di lêpirsîna gendeliya şaredariya bajarê mezin yê Îstenbolê de her roj pêşdeçûnên balkêş çêdibin. Serdozgeriya bajarê Îstenbolê îro dest danî ser 12 şîrketên 14 kesên ku niha di girtîgehê ne.
Lêpirsîna şaredariya bajarê Îstenbolê û Ekrem İmamoğlu dewam dike. Di dozê de 99 kes tên darizandin ku di nav sûcên wan de; ‘rêvebiriya rêxistina sûcan’, ‘endamtiya rêxistina sûcan’, ‘îrtîkap’, ‘ruşvet-bertîl’, ‘xapandina esasî’,’destxistina doneyên kesan yên nerewa’ û ‘fesadiya nav îhaleyan’ hene.
Di lêpirsînê de kesên xwediyên şîrketan; Murat Kapki, Serhat Kapki, Murat İlbak, Mustafa İlbak, Ali İlbak, Yusuf İlbak, Vedat Şahin, Necati Özkan, Eyüp Subaşı, Gülşah Subaşı, Ahmet Köksal, Alihan Aydın, Alper Aydın û Alperen Aydın hene ku şîrketên li ser navên wan yên bi navên ; BVA Reklam ve Danışmanlık Hizmetleri A.Ş., SMO Reklam ve Danışmanlık Hizmetleri A.Ş., Vizyonkent Reklam Pazarlama A.Ş., Kentvizyon Medya İletişim Pazarlama A.Ş., 3. Mecra Reklam ve Turizm Sanayi Ticaret A.Ş., Urbanmedia Reklam ve İletişim Hizmetleri A.Ş., Panoffect Medya A.Ş., Genç Popülist Medya Planlama Organizasyon Ticaret Ltd. Şti., MSO Reklam ve Danışmanlık Hizmetleri A.Ş., Sim Medya A.Ş., Sev Açık Hava Reklamcılık Sanayi ve Ticaret Ltd. Şti. ve Vesa Events Organizasyon Ticaret Ltd. Şti. hene û serdozgerî dest danî ser wan şîrketan.
Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.