Rûsya: Me bajarokê Zaporizhia yê li Donetskê bi dest xist

Rûsya: Me bajarokê Zaporizhia yê li Donetskê bi dest xist

PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku bajarokê Zaporizhia yê li herêma Donetskê ketiye bin kontrola artêşa Rûsyayê.

Wezaretê diyar kir ku pêşveçûna Hêzên Çekdar ên Rûsyayê li Ukraynayê dewam dike û wiha dewam kir: "Leşkerên Koma Leşkerî ya Navendî girtina niştecihên Zaporizhia ya li Komara Gel a Donetskê temam kirin."

Hat ragihandin ku di 24 saetên dawîn de li dijî binesaziya balafirgeha leşkerî ya Ukraynayê, tesîsên hilberîna balafirên bêmirov û depoyên cebilxaneyê êrîş hatin kirin û di êrîşên bi moşekan ên li dijî baregehên demkî yên Servîsa Ewlekariya Ukraynayê (SBU) û yekîneyên îstîxbarata leşkerî de nêzî 170 leşkerên Ukraynayê û çeteyên biyanî hatin bêbandorkirin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê doh ragihandibû ku wan sê wargehên din ên li herêmên Sumy, Donetsk û Zaporizhia xistine bin kontrola xwe.

 
Ev nivîs 57 car hatiye xwendin.