Erdogan bi Serokomarê Cezayîrê re axivî

Erdogan bi Serokomarê Cezayîrê re axivî

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi telefonê bi Serokomarê Cezayîrê Abdülmecîd Tebboune re axivî.

Her du serokan têkiliyên Tirkiye û Cezayîrê, mijarên herêmî û navneteweyî nirxandin. Erdogan diyar kir ku ji bo geşkirina têkiliyên dualî li ser serdanên hevdu û avêtina gavên nû li hev kirin.

Herwiha hat diyarkirin ku xebatên hevpar ên bi Cezayîrê re ji bo rawestandina êrîşên Îsraîlê yên li ser Filistînê û ji bo agirbesteke mayînde wê bidomin.

Serokomar Erdogan jî silavên xwe yên Cejna Remezanê ji Tebbun re şand.

 
Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.