Serokwezîrê Gronlandê: "DYA wê nikaribe Gronlandê bistîne"

PeyamaKurd – Serokwezîrê Gronlandê Jens-Frederik Nielsen bersiv da daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên derbarê Gronlandê de û wiha got: "Serok Trump dibêje DYA wê Gronlandê bistîne. Ez ê eşkere bibêjim: DYA wê nikaribe vê yekê bike."
Jens-Frederik Nielsen bersiva daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên derbarê Gronlandê da.
Nielsen got: "Serok Trump dibêje ku DYA wê Gronlandê bistîne. Ez ê eşkere bibêjim: DYA vê yekê nake. Em ne aîdê kesekî din in. Em pêşeroja xwe bi xwe diyar dikin."
Trump doh gotibû ku ew "bi rastî danûstandinên rast" li ser tevlêkirina Gronlandê dikin û wiha got, "Em ê Gronlandê bistînin. Belê, ji sedî 100."





