Peyama Cejna Remezanê ya Almanyayê

Peyama Cejna Remezanê ya Almanyayê

PeyamaKurd – Serokomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier ji bo Cejna Remezanê peyameke pîrozbahiyê weşand.

Steinmeier di peyama xwe ya ku bi Tirkî, Îngilîzî û Erebî hat weşandin de wiha got: "Meha Remezanê careke din bi dawî bû. Ez ji hemû Misilmanên ku li welatê me vê cejnê pîroz dikin re silavên xwe yên germ û sersaxiyê dixwazim."

Steînmeîer bi bîr xist ku îsal ji bo fitarê hat vexwendin û wiha got: "Ew êvarek ku pir bandor li min kiribû. Ez dîsa fêr bûm ku ol tenê ji bawerî, ramanên li ser Xwedê û dinyayê û prensîbên exlaqî yên ku tevgerên me yên pratîkî rêve dibin pêk nayê."

 
Ev nivîs 53 car hatiye xwendin.