Îranê ragihand ku nameya bersiva Trump di ser Ummanê de şandine DYAyê

Îranê ragihand ku nameya bersiva Trump di ser Ummanê de şandine DYAyê

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îranê Abbas Erakçi ragihand ku bersiva nama serokê Amerîkayê Donald Trump ya ku bo serokê dînî yê Îranê Ayetullah Ali Hamaney şandibû, di ser Ummanê de şandine Amerîkayê bo Trump.

Li gor ajansa fermî ya Îranê IRNAyê; Erakçi gotiye ku di bin zor û tehdîda DYAyê de, wê muzakereyan bi DYAyê re nekin lê hevdîtinên berê ku ne raste rast bi DYAyê re dikirin, dikarin dewam bikin. Erakçi, li ser naveroka namê got:

“Siyaseta me, muzakereyên di bin zora herî zêde û tehdîdên leşkerî de qebûl nake lê weka berê me çawa muzakereyan dikir, em dikarin wan dewam bikin. Di dema borî de, di wexta serokkomar Hasan Rûhanî û İbrahin Reisi de jî hevdîtin dihatin kirin.”

Trump, di 7ê Adarê de bo Fox Business Networkê ragihandibû ku nameyekî ji Hamaney re şandiye û di nama xwe de gotiye; eger Îran muzakereyan neke, wê di rêya leşkerî de tiştên xeter biqewimin.

Serokkomarê Îranê Pezeşkiyan jî di 11ê Adarê de li ser tehdîda Trump gotibû:

“Ji ber tehdîda te ez bi te re muzakereyan nakim. Ji destê te çi tê, bike.”

Her dû welat Amerîka û Îran berê di rêya Ummanê de hevdîtinan dikirin.

Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.