Li Kibris a Rûman rêxistinekî nû ava kirin û di hedefa wan de Tirkiyê heye

Li Kibris a Rûman rêxistinekî nû ava kirin û di hedefa wan de Tirkiyê heye

PeyamaKurd – Nûçeyekî weha ket ser çapemeniya Tirkiyê ku li Kibris a Rûman rêxistinekî nû ya bi navê ‘Tevgera Şervanên Şoreşger yên Azadiyê’ hatiye damezrandin. Navekî weha cara yekeme ku tê bihîstin.

Rêxistinê ragihandiye ku wê li hemberê Tirkiyê xebatên xwe bikin û ji bo Tirkan ji ser axa Kibrisê bajon û Kibrisê ji Tirkan bistînin, wê dest bi şer bikin. Rêxistin gotiye ku wê li hemberê Tirkiye dest bi şerê çekdariyê bikin.

Rêxistin, wekî sembola xwe di nav ala wê de ‘bivir û agir’ heye. Ev remza han, tê gotin ku remza Yûnaniyaye ya li hemberê dewleta Osmaniyan ya wê wextê.

Li gor çapemeniya Tirkiyê; rêxistin dibêje ku axa Kibrisê ji aliyê Tirkiyê de hatiye îşxal kirin. Lê tê gotin ku rêxistin cara yekê di meha Temmûza 2024an de, navê xwe daye bihîstin.

Ev nivîs 50 car hatiye xwendin.