Li bajarê Dîlokê di wexta fetarê de pevçûn derket: 1 kuştî û 3 birîndar

Li bajarê Dîlokê di wexta fetarê de pevçûn derket: 1 kuştî û 3 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Dîlokê (Gaziantep) li navça ŞehitKamilê li gundê Kulluyê di wexta fetarê de, di navbera zarokên gund de munaqeşe destpêkir û paşî malbatên wan jî ketin nava pevçûnê.

Pevçûn, mezin bû di pevçûnê de çekan bikaranîn. Di encamê de 4 kes birîndar bûn. Di wexta pevçûnê de tîmên cendirmeyan û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê.

Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanan lê ji ber rewşa birîndar Mehmet T. (37) giran bû, li nexweşxanê can da. Lêpirsîna bûyerê dewam dike û li gund tedbîrên fireh hatine girtin.

Ev nivîs 50 car hatiye xwendin.