Rêveberiya Xweser: Hikûmeta nû ya Sûriyê pir dişibe Hikûmeta berê

PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku hikûmeta nû ya ku li Sûriyeyê hat îlankirin ji ber ku girîngiyê nade pirdengîya welêt û biryarên xwe yekalî dide, pir dişibe hikûmeta berê.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê kabîneya yekem a ku doh (29.03.2025) a Ehmed Şera ku hate ragihandin, nirxand.
Hat diyarkirin ku Sûriyeyî bi mehane li bendê ne ku hikûmeteke berfireh û niştimanî ya ku pirrengiya welat nîşan dide û ji hemû cureyên dûrxistin û biçûkxistina civakên Sûriyeyê bêpar bê avakirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hemû bendewarî pûç bûn, lê hikûmeteke pir dişibihe hikûmeta berê hat ragihandin, bi taybetî bêyî ku piralîbûna Sûriyeyê li ber çavan bê girtin, berdewamkirina siyaseta dûrxistin û yên din, bê temsîliyeta adil, nefretkirina hemû civakan."
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekez kir ku ew ê pabendî biryarên hikûmeta Şera nebin û da zanîn ku dubarekirina xeletiyên berê ji bo pêvajoyeke berfireh nabe destpêkek baş.





