Berê Kurdistana Sûriyê: Hikûmeta Sûriyê ne berhema lihevkirineke niştimanî ye

Berê Kurdistana Sûriyê: Hikûmeta Sûriyê ne berhema lihevkirineke niştimanî ye

PeyamaKurd - Berê Kurdistana Sûriyê piştî eşkerekirina kabîneya demkî ya Sûriyê daxuyaniyek belav kir û ragihand, hikûmeta ku doh Ehmed Şera ragihandiye, ne berhema lihevkirineke niştimanî ye û nûnertiya pêkhateyên Sûriyê nake.

Berê Kurdistanê got: “Sîstema federalî li Sûriyê, îro baştirîn formule ye ku nûnertiya hemû pêkhateyan bike û mafê her kesî biparêze.”

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Hêviya gelê Sûriyê piştî rûxandina rêjîmê ew bû ku ev qonax bibe destpêka bidawîhatina stemkariyê û avakirina dewleteke demokratîk a piralî, lê tiştê ku di meha Çile de rû daye, ji damezrandina hikûmeta demkî, paşê pêvajoya ku jê re diyaloga niştimanî hat gotin û herî dawî jî hikûmeta veguhêz, tekez dike ku rêveberiya niha li şûna ku hevkariyek rasteqîn a niştimanî pêk bîne, ber bi zulmek nû a bi perdeyek îslamî ve diçe.”

Berê Kurdistana Sûriyê diyar kir: “Ev hikûmeta ku hatiye ragihandin, ne di encama lihevkirineke niştimanî de pêk hatiye û nûnertiya rast a cihêrengiya neteweyî ya li welat heye, nîşan nade. Heta ku nûnerên pêkhateyên Sûriyê û di nav de kurd jî di nav de nebin, ev hikûmet nikare ti rewabûnê bidest bixe. Tayînkirina kesayetan di vê hikûmetê de, nayê wateya ku nûnertiya pêkhateyan dike, ji ber ku ti kes nikare îradeya gelan diyar bike, bêyî ku berhema proseya şêwra demokratîk a rasteqîne be.”

Herwiha hate gotin: “Berê Kurdistana Sûriyê tekez dike ku her hikûmeteke veguhêz a rasteqîne, divê ji encama diyalogeke niştimanî ya berfereh, dabînkirina nûneratiya dadperwer ya hemû pêkhateyan û avakirina qonaxeke nû li ser bingeha pirensîpên demokrasî, piralî û hevkariyeke bi bandor be.”

Dawiyê jî hate destnîşankirin: “Em careke din tekez dikin ku paşeroja Sûriyê nikare li ser rêbaza dûrxistin û piştguhkirinê were avakirin, belkû bi diyalogeke niştimanî ku bingehên dadmendî û wekheviyê ava dike û mafên hemû Sûriyan bê cudahî misoger dike. Ji ber vê yekê, em weke her carê tekez dikin ku sîstema federalî li Sûriyê, îro baştirîn formule ye ku nûnertiya hemû pêkhateyan bike û mafê her kesî biparêze.”

 

Ev nivîs 67 car hatiye xwendin.