Li Bakurê Kurdistanê demsala Guldexwînan dest pê kir: Temenê wan 20 roj e

Li Bakurê Kurdistanê demsala Guldexwînan dest pê kir: Temenê wan 20 roj e

PeyamaKurd - Li navçeya Qileban a bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê bi hatina biharê re guldexwîn vebûn û xwezaya deverê xemilandin.

Guldexwînên ku ji kulîlkên endemîk in bi taybetî li herêma Helal û Sêgirgê şîn tên û bi hatina biharê re bi rengên xwe yên sor û zer û kesk zeviyên Qilebanê xemilandin.

Hêjayî gotinê ye, li derdora Colemêrgê û hin deverên din ên Bakurê Kurdistanê Guldexwîn bi biharê re şîn tên û hilkirina wan jî qedexe ye.

Guldexwîn an jî şilêr li deverên bilind û asê yên çiyayên Kurdistanê şîn dibin.

Di nav xelkê de wekî “bûka digirî” an jî “kûlîlka xemgîniyê” jî tê naskirin ku dema tê jêkirin du rondik ji nav wê dikevin.

Temenê Guldexwînan tenê 20 roj in û gelek geştiyar diçin li ber wan wêneyan digrin.

Yên Guldexwînan hil bikin jî bi cezayê pere têne sizadan.

Ev nivîs 62 car hatiye xwendin.