Amerîkayê 3 berpirsên ewlehiya Îranê xiste lîsteya reş

PeyamaKurd - Wezareta Xezîneyê û Wezareta Derve ya Amerîkayê bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin ku rêveberên Îtlaata Îranê (îstixbarat) Riza Emîrî Meqde, Xulamhusên Mehemedniya û Teqî Danişwer li nav lîsteya dorpêçan hatine zêdekirin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ew kes bi sedema rola wan a di revandina Robert Levinson ê karmendê berê yê FBIyê hatine cezakirin ku Levinson ji girava Kîş akendavê hatibû bêserşûnkirin û kuştin.
Herwiha Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent ragihand: “Kiryara rejîma Îranê bo Robert Levinson, xaleke tarî ya din e di warê binpêkirina mafê mirovan de.”
Hêjayî gotinê ye, 18 sal berî niha, Robert Levinson ê ku wek lêkolerekî sektora taybet bi armanca komkirina zanyariyên derheqê gendeliyeke malî de ku destê serokomarê berê yê Îranê Elî Ekber Haşimî Refsencanî jî tê de hebû kar dikir, li girava Kîş hate revandin û bêserûşûnkirin.
Ev nivîs 56 car hatiye xwendin.